
Elazığ'ın Karakoçan ilçesinde 21 yaşındaki genç kız, ayrılmak istediği nişanlısı tarafından öldürüldü.
Admin 30 Nis 2012 Tıklama:392 Karakoçan Haberleri

Karakoçanda Newroz kutlamaları davullar zurnalar ve sanatçılarımızın verdiği konserler eşliğinde kutlandı.
Admin 21 Mar 2012 Tıklama:861 Karakoçan Haberleri

B.D.P. Nin Düzenlemis Oldugu Newroz Bayrami 20 Mart Sali Günü Saat : 09:00 - 15:00 Saatleri Arasi Karakoçan Otogar Alaninda Kutlanacaktir.Tüm Halkimiz Davetlidir.
Admin 19 Mar 2012 Tıklama:240 Karakoçan Haberleri

Genel Sağlık Sigortası (GSS) kapsamında kimin ne kadar prim ödeyeceği kişilerin kendi gelir ve gider beyanlarıyla 13 ayrı kamu kurumundan kişiler hakkında yapılacak 28 ayrı sorgula...
Admin 02 Şub 2012 Tıklama:432 Karakoçan Haberleri

Fîlma Doz, ku tê de stranbêj Dîyar û Zozan dilîzin, yek ji wan berheman e, ku di van salên dawîyê de li Kurdistana Başûr bi budçeyeke weha mezin hatiye saz kirin.
Admin 29 Oca 2012 Tıklama:245 Eğitim Kültür Sanat

Elazığ'ın Karakoçan ilçesinde 21 yaşındaki genç kız, ayrılmak istediği nişanlısı...
Devamını Oku
Karakoçanda Newroz kutlamaları davullar zurnalar ve sanatçılarımızın verdiği konserler eşliğinde...
Devamını Oku
B.D.P. Nin Düzenlemis Oldugu Newroz Bayrami 20 Mart Sali Günü...
Devamını Oku
Genel Sağlık Sigortası (GSS) kapsamında kimin ne kadar prim ödeyeceği...
Devamını Oku
Aldığımız Bir Habere Göre Karakoçanda 17 Yaşlarında Bir Lise Ögrencisi...
Devamını Oku
Elazığ’da Alevi ve Kürt mahallelerine yönelik dün meydana gelen küçük...
Devamını Oku
Tunceli-Elazığ il sınırında yapımı devam eden Pembelik baraj şantiyesini basan...
Devamını Oku
Karakoçan ilçemize bağlı Paş köyü yakınlarda inşa edilen Peri suyu...
Devamını Oku
Elazığ'ın Karakoçan İlçesi'nde arife günü kuzenleriyle birlikte serinlemek için girdiği...
Devamını Oku
Türkiye'nin Kandil'e yönelik hava saldırısında yine siviller hedef alındı. TSK...
Devamını Oku
Karakoçan Kaymakamlığı ve Karakoçan belediyesi Proğram kapsamında Ankara da 120...
Devamını Oku
İlçemiz Gaxmud Köyü yol yapım çalışmalarında bir adet çok eski...
Devamını Oku
Kayserispor’un yeni golcüsü Nadir Çiftçi, Guus Hiddink’in teklifi üzerine...
Devamını Oku
Geleneksel olarak yapılan Karsini Festivali’nde bu yıl yine unlu sanatçılar...
Devamını Oku
İlan Sayfamız Yayina Girmiştir. İlan Sayfamızdan Üyelerimiz Ücretsiz Olarak İlan...
Devamını Oku
Yerel kaynaklardan edinilen bilgiye gore Depe Genclik ve Kultur Merkezi'nin...
Devamını Oku
KCK/TM’nin Elazığ yapılanması yönelik Elazığ Cumhuriyet Başsavcılığı’nın yürüttüğü soruşturma kapsamında...
Devamını Oku
Seçilen milletvekillerinin il il listesi ADANAAK PARTİ ALİ KÜÇÜKAYDINAK PARTİ FATOŞ...
Devamını Oku
2011 Türkiye Seçim Sonuçları Açıklandı. Sonuçları Görebilmek İçin Devamını Okuyunuz...
Devamını Oku| Rexneyek ser fîlma Doz |
|
|
| Admin tarafından yazıldı. | |
|
Derhenêra kurd Mayî, bi vî awayî di nav sînemaya kurdî de ji xwe re cihek dîtibû û gelek behsa wê hatibû kirin. Piştî ku min Kevoka Spî temaşe kiribû, ez jî li ser navê sînemaya kurdî ji Vîyan Mayî di nav gelek bendewarîyan de bûm. Lê belê, piştî ku min fîlma Doz temaşe kir, hêvîyên min şikestin. Bi rastî ne bi tenê fîlma Doz, di gelek fîlman de, ku van salên dawîyê li Kurdistana Başûr hatine kişandin, pirsgirêk û xetayên mantiqê hene: Mînak di filma Herman a Hussein Hassan û Sîbera Fîşekê ya Masoud Arif de heman pirsgirêk hene. Herçend ev fîlm di warê siyasî de hin peyamên dîyarkirî bidin jî, di warê sînemayî de gelek qels in. Dema ku li van fîlman were nihêrtin, bi awayekî aşkere xuya dibe ku sînemaya kurdî, ku vedijî, di vî parçeyî de sancîyên giran ên zayînê dikişîne. Helbet, li hember ewqas hebûna aborî û derfetên afirandî ev amatorî dibin ku werin qebûl kirin, nizanim. Ev yek dikare bibe mijara gotareke din. Fîlm bi sehneyeke aşîna dest pê dike Senaryoya fîlmê Doz ji çîrokeke gelêrî hatiye wergirtin. Li gorî çavkanîyên gelêrî, çîroka Xurşîdê Çavbixal 200 sal berê li hawîrdora Colemêrgê hatiye jîyandin. Lê Vîyan Mayî, rasterast girêdayî çîrokê nemaye û gelek guhertin di fîlm de çêkirine. Bêguman her derhênerek dikare fantazîyên xwe têxe nav senaryoyê û guhertinan çeke. Lê derhêner, gelek tişt guherandine û vê yekê jî gelek xeletî bi xwe re anîne. Wek mînak; ew kesê ku Sîrmê dixwaze axayeke kurd e, lê di fîlm de wek kurê Mîrê Ecem hatiye nîşandan. Ev jî rengek siyasî dide fîlm. Lê li gorî çavkanîyan, ev çîrok, çîrokeke civakîye. Dîsa, di dawîya çîroka resen de Xurşîd û Sîrmê herdu jî dimirin. Dibe ku ji ber vê yekê ev çîrok bûbe efsane û heta îro gihîştibe me. Lê di fîlm de tişteke wisa tune û herdu evîndar bi awayeke bextewar digihîjin hev. Fîlma Doz a Vîyan Mayîyê bi sehneyekê dest pê dike, ku wekî sehneya vekirinê ya fîlma Mem û Zîn a Ümit Elçi ye, ku di 1991ê de hatibû kişandin; em dibînin ku keç û xort di şeva sersala kurdan a Newrozê de meşale di dest de di nav gund de digerin. Sehneya di dorê de jî li ser berdewamîya fîlmê de fikir dide mirovan. Dema ku yek ji lehengên sereke yên fîlmê Xelîl Axa (Selah Rekanî) di dîwana xwe de digel çend kesan rûdinê, pirs tên bihîstin, lê gundîyên ku dipirsin ne xuya ne. Piştî ku xulamekî wekî Beko ji axa re dibêje ku 'xelk li ser erdê te seyrana Newrozê dikin' axa pir bi hêrs dikeve û zilamên xwe yên çekdar dişîne da ku bera gundîyan bidin. Keça axa Sirme (Sibel Erdoğan) û xulamê wî Xurşîd (Dîyar) jî di nav gundîyan de ne. Dema çekdarên axa êrişî gundîyan dikin, Xurşîd li dijî wan derdikeve û pev diçin. Li ser vê yekê gazî Xurşîd dikin ku derkeve pêşîya axa. Bi hevpeyvîna wan herduyan çarçoveya fîlmê jî tê xêz kirin; serpêhatîyên balkêş ên di navbera axayekî xedar û gundîyên feqîr de. Ku li senaryoya fîlmê were nihêrtin, tê dîtin ku ji çîrokeke klasîk hatiye stendin û ne afirînêr e. Ji ber ku stranbêjên wekî Dîyar, Zozan û Sibel Erdoğan, ku em ji fîlma Dol a Hiner Saleem dinasin û herweha Selah Rekanî, ku di warê sînemayê de ne xwedî rabuhurîyekê ye, gelek zor daye fîlmê. Jixwe, xuya ye ku senaryoya fîlmê li gor lehengê sereke hatiye nivîsandin. Her ji ber vê yekê di fîlmê de şopên Yeşîlçam* û Bollywoodê** bi ber çavê mirov dikevin. Çawa ku di salên 1970yê de li Tirkiyeyê stranbêj di fîlman de lehengên sereke dilîstin... Bêhna vê yekê ji fîlma Doz tê. Nayê zanîn ka ji qestan weha hatiye kirin yan tesaduf e, lê belê rastîyeke weha aşkere ye. Di fîlmê de Xurşîd ciwanekî bêxwedî ye, ku xulamtîya axa dike. Lê belê helwêst, reftar û tevgerên wî ji kurekî malbateke arîstokrat cuda nîne. Ev yek jî nîşan dide, ka listîskvan çiqas ji karakter dûr e û ev yek jî vê helwêsta amatorî ji nîqaşê re vedike. Di fîlmê de Sibel Erdoğan wekî keça axa (Sirme) derdikeve pêşîya me. Xurşîd û Sirme du ciwanên dildarên hev in. Lê belê astenga herî mezin, ku li pêşîya wan e, sosyalîteya wan e. Yek keça axa ye, yê din jî xulamekî ber destê bavê wê ye. Di nav van nakokîyên civakî de, dema ku Xurşîd û Sirme têkilîya xwe berdewam dikin, rojekê kurê Mîrê Acem, ku heta wê gavê di filmê de behsa wî nayê kirin, derdikeve û diçe cem axa û jê re dibêje ku dilê wî di Sirmeyê de ye û dixwaze pê re bizewice. Piştî ku du zilamên bi kostumên reş û kravat tên, em dibînin ku senaryoya fîlmê qut û belawela dibe. Derizîna cidî ya pêşîn bi vî awayî dest pê dike. Lê belê Xelîl Axa, ku di vê mijarê de dudil e, da ku rewşa xwe, ku diheje, hêzdartir bike pêşnîyareke bi vî rengî erênî dibîne. Her weha, rûspîyê li cem axa, Mamê Şêxo, ku li ber sikratê ye, wekî sehneyên klîşe yên Yeşîlçamê, ji Xurşîd re vedibêje, ku di rastîyê de ew kî ye. Mamê Şêxo ji Xurşîd re dibêje, ku Xelîl Axa birayê, bavê wî Zîyedîn Axa bûye û Xelîl Axa da ku bikeve şûna kekê xwe kuştiye. Li ser vê yekê Xurşîd, ku ji berê de bi axa re li hev nake, berê xwe dide çîyayan. Di fîlmê de sembola çîya û ên li ser çîyayan bi vegotineke şolî hatine behs kirin. Koma ku berê bi peyvên partîzan û serhildêr dihatin qal kirin, bi giştî nehatine nîşan dan. Gelo ew partîzan in yan komeke eşqîya ne, ku dijberîya axa dikin. Ev yek di fîlmê de pirsnîşanek e... Xurşîd jî tev li vê komê dibe. Me ev kom berê jî di rasthatina wan a digel çend xortan, ku ji ber axa derketibûn serê çîyê, dîtibû. Piştî ku Xurşîd li hespê xwe siwar dibe û ber bi çîyê ve dibezîne, em dibînin ku çefî (cemedanî) di serî de, çek di dest de wekî fermandarekî fermana dide. Ev yek jî rastîya fîlmê ji nîqaşê re vedike. Dema ku gundîyên asayî tev li vê komê dibin, tûşî pirsan dibin, xulamekî ku sewîya wî ya civakî li jêr gundîyan e, çawa dikare weha zû bibe fermandar û berpirsiyar û derdikeve pêşîya me. Ev yek di warê mantiqî de nîşan dide ka fîlm ji rastîya jîyanê çiqas dûr e. Bivê nevê temaşevan ji ber vê yekê dikeve nav şik û gumanan. Peyamên siyasî yên dûrî estetîka hunerî Sirme, bi hêrs dikeve ku Xurşîd bêyî xebera wê çûye, pêşnîyara kurê Mîrê Acem qebûl dike. Şeva dawetê Xurşîd ji nişkan ve tê û ji xizmetkara Sirme, Dadoyê (Leyla Batki) re her tiştî dibêje. Dado, ku karaktera fîlmên Yeşîlçamê ya 'Arap Bacı' tîne bîra mirovan, ji Sirmeyê re vedibêje û Sirme jî şeva dawetê ji malê direve û li dû Xurşîd diçe. Rêya dûr a Sirmeyê bi awayekî bê alaqe dikeve Êzîdxanê û li wê derê dibe mêvana mala Mîr. Mîr (Kalê Zerdeşt) û xanima wî (Zozan) bêkêmanî mazûvanîya Sirmeyê dikin. Li vê derê di sehneyekê de kurê Mîr ji Sirmeyê re behsa çand û bawerîya êzdî dike. Dema ku xanima Mîr dibîne kurê wê nêzî Sirmeyê dibe, ji kurê xwe re dibêje ku Sirme mêvana wan e û heger tiştekî weha rû bide, ew dê wî bikuje. Bi vê gefxwarinê re derhenêr nêrîna xwe ya siyasî jî nîşan dide. Nirxên exlaqî, mêvanperwerî û welatparêzîya êzdîyan... Kurê Mîrê Acem jî pê dihese ku Sirme li Êzîdxanê ye, fikrên wî yên şerekî li dij wan bêhtir dibe. Piştî ku artêşa Acem êrişî Êzîdxanê dike, bi fermana Mîr her kesê ku dikare rahêje çek, li meydanê kom dibe. Mîr li vê derê dibêje ku Sirme 'namûs e, welat e, şeref û Kurdistan e' û ew dê li dij artêşa Acem şer bikin. Xelkê li meydanê jî çek, dar û bivirên xwe rakidin û piştgirî didin. Lê belê têkilîya vê yekê bi rastîya kurdan ve nîne. Ev sehne bêhtir li ser şerekî serdema navîn a li Ewropayê ye. Ev sehne jî digel çendên din dîmeneke pêkenîk û teatral dide fîlmê. Paşê em dibînin ku komeke kesê birîndar ji şer vedigerin, lê belê tu dîmena şer nayê nîşandan û ev yek jî cidiyeta fîlmê qels dike. Xurşîd jî ji şer vedigere û dixwaze bi Sirmeyê re vegere gundê xwe. Di rê de Xurşîd bi kurdîyeke dest û pê şikestî ji Sirme re dibêje 'tu jineke azad î.' û bi vî awayî fîlm bi bextewarî bi dawî dibe. Di dawîya fîlmê de aqûbeta Xelîl Axa nayê nîşan dan û listîkvanîya qels a Dîyar û Sibel Erdoğan û gotinên wan ên zordayî bandoreke neyînî li ser fîlmê dike. Herweha, herçend fîlm behsa demekê dike jî, por û cil û bergên listîkvanan modêla 2010ê ne. Xetayeke din a fîlmê jî derbarê bikaranîna zimên de ye. Nemaze, kurdîya xerab ku karakterên sereke jî tê de, listîkvan bi kar tînin. Aşkere ye ku, dema ku fîlma Doz di warê feodalîzm, neyartîya li dij kurdan û di şexsa civaka êzîdî de, pesnê elewî û asûrî û herweha hindikahîyên din ên li Kurdistanê dide, di warê sînematografîyê de gelek qels e û dûrî estetîzmê ye. Jixwe, serpêhatî û peyamek dikare watedar be heger bi ziman û estetîka hunerî werin vegotin yan na berhemeke saxlem dernakeve holê. Heger senaryo ewqas were dirêj û tevlihev kirin xetayên mantîqî jî bêhemdî xwe peyda dibin. An ku ewqas ta‘b li ber avê diçe. Hêvîdar im Vîyan Mayî di fîlmên xwe yên nû de van xetayan dubare neke û dîsa di tama 'Kevoka Spî' de bi fîlmeke din derkeve pêşîya temaşevanên kurd û pêbawerbûna wan dubare ava bike. Ali Güler - Lemonde Kurdî
Nav: Doz
sinemakurd.hk-mg.net
|

Elazığ'ın Karakoçan ilçesinde 21 yaşındaki genç kız, ayrılmak istediği nişanlısı tarafından öldürüldü.
Karakoçanda Newroz kutlamaları davullar zurnalar ve sanatçılarımızın verdiği konserler eşliğinde kutlandı.
B.D.P. Nin Düzenlemis Oldugu Newroz Bayrami 20 Mart Sali Günü Saat : 09:00 - 15:00 Saatleri Arasi Karakoçan Otogar Alaninda Kutlanacaktir.
Tüm Halkimiz Davetlidir.
Genel Sağlık Sigortası (GSS) kapsamında kimin ne kadar prim ödeyeceği kişilerin kendi gelir ve gider beyanlarıyla 13 ayrı kamu kurumundan kişiler hakkında yapılacak 28 ayrı sorgulama sonucundabelirlenecek.
Aldığımız Bir Habere Göre Karakoçanda 17 Yaşlarında Bir Lise Ögrencisi Kız Av Tüfeği İle İntihar Etti. Detaylı Bilgiler Daha Sonra Sitemize Ekelnecektir.
Elazığ’da Alevi ve Kürt mahallelerine yönelik dün meydana gelen küçük çaplı saldırıların ardından bugün de cuma namazı sonrasında büyük bir saldırı meydana geldi.
Karakoçan ilçemize bağlı Paş köyü yakınlarda inşa edilen Peri suyu barajı yakınında yaptırılan karakolda nöbet tutan askerler, çevre ormanları el bombalarıyla yaktılar.

Seçilen milletvekillerinin i...
Kurdi12 13 Haz 2011 Tıklama:578 Politika Haberleri

2011 Türkiye Seçim Sonuçları ...
Kurdi12 12 Haz 2011 Tıklama:504 Politika Haberleri

Karakoçan İlçesi İle İlgili Tü...
Kurdi12 20 Şub 2011 Tıklama:333 Politika Haberleri

Tunceli-Elazığ il sınırında ya...
Kurdi12 10 Eki 2011 Tıklama:687 Türkiye ve Dünyadan

Türkiye'nin Kandil'e yönel...
Kurdi12 21 Ağu 2011 Tıklama:972 Türkiye ve Dünyadan

Anneler Günü kadar eski olmasa...
Kurdi12 19 Haz 2011 Tıklama:340 Türkiye ve Dünyadan

Kayserispor’un yeni golcüsü ...
Kurdi12 02 Ağu 2011 Tıklama:838 Spor Haberleri

07-11 Haziran 2011 tarihleri...
Kurdi12 24 May 2011 Tıklama:860 Spor Haberleri

Geleneksel olarak her yıl ya...
Kurdi12 01 May 2011 Tıklama:772 Spor Haberleri
Get the Flash Player to see this player.

Fîlma Doz, ku tê de stranbêj Dîyar û Zozan dilîzin, yek ji w...
Kurdi12 29 Oca 2012 Tıklama:245 Eğitim Kültür Sanat

13 nisan 1989 doğumlu Karakoçanlı genç müzisyenimiz Harun CA...
Kurdi12 29 Nis 2011 Tıklama:536 Eğitim Kültür Sanat

Fırat Üniversitesi`ne bağlı Karakoçan ve Baskil Meslek Yükse...
Kurdi12 17 Nis 2011 Tıklama:579 Eğitim Kültür Sanat

Fırat Üniversitesi Senatosu`nun, Karakoçan Meslek Yüksekokul...
Kurdi12 28 Şub 2011 Tıklama:654 Eğitim Kültür Sanat

Karakoçan ilçemizde Fırat Üniversitesi'ne bağlı Meslek Yükse...
Kurdi12 22 Şub 2011 Tıklama:593 Eğitim Kültür Sanat
Yorumlar
RSS beslemesi, bu iletideki yorumlar için